Pûtîn ferman da: Ji çekên xenîmetên Ukraynayê çekên Rûsî bipês bixin!

20 September 2022 22:37 0 dîtin
Pûtîn ferman da: Ji çekên xenîmetên Ukraynayê çekên Rûsî bipês bixin!

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, ferman da berpirsên pîşesaziya berevaniya rûsî ku li ser çekên xenîmet ên li Ukraynayê hatine bidestxistin, bixebitin û çekên rûsî bipêş bixin.

Pûtîn li Kremlînê bi berpirsên pîşesaziya berevaniya Rûsyayê re civiya û daxwaz ji wan kir, li ser çekên NATOyê yên wekî xenîmet li Ukraynayê hatine bidestxistin, lêkolînê bikin û bilez çekên rûsî jî bi awaekî berhemdar bipêş bixin.

Li aliyê din Pûtîn got ku ew dê dabînkirina çek û cebilxaneyan bo Ukraynayê gotûbêj bikin û diyar kir, helbet proseyeke normal e ku ew li ser pêşxistina çekan bixetin.