Putin, garantiya genimî da Afrîkayê

24 July 2023 15:30 0 dîtin
Putin, garantiya genimî da Afrîkayê

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin soz da welatên Afrîkayê ku ew ê genimê ku nikarin ji Ukraynayê bistînin, an bi bazirganiyê yan jî bê pere ji wan re bişînin.

Vladimir Putin, di gotara xwe ya ku li ser Lûtkeya 27 û 28 Tîrmehê li St. Petersburgê çêbibe de diyar kir ku dê vekişîna welatê wî ya ji peymana genimî, dê bandorên neyînî li welatên Afrîkayê nekin.

Amerîka ku derdorên karsaziya Ewropî peymana genim bikar tînin da ku dewlemend bibin û Ukrayna bi îdiaya ku ji % 70 ê dexlê wê diçe welatên dahata bilind û navîn ên jorîn, Putin tekez kir ku welatên wekî Etiyopya, Sudan, Somalî Yemen û Afxanîstanê, tenê ji % 3 ji genimê Ukraynayê ku di çarçoveya rêkeftinê de derbas bûye werdigirin.

Putin bal kişand ser wê yekê ku welatê wî îsal çaverêyê berhemeke rekor e û got, "Ez dixwazim piştrast bikim ku welatê me hem di warê bazirganî û hem jî belaş de dikare şûna genimê Ukraynayê bigire." 

Vladimir Putin diyar kir ku welatê wî di sala 2022yan de wan 11,5 milyon ton genim şandine Afrîkayê û bi bîr xist ku di nîvê ewil a sala 2023yan da 10 milyon ton genim şandine Afrîkayê.