Buhayê genimî, li welatên Afrîkayê rê li ber qeyrana birçîbûnê vedike

30 May 2022 14:34 0 dîtin
Buhayê genimî, li welatên Afrîkayê rê li ber qeyrana birçîbûnê vedike

PeyamaKurd-Piştî şerê Rûsyayê yê li dijî Ukraynayê, welatên ku herî zêde di bin bandora neyînî ya buhayên genimî de man, welatên Afrîkayê ne. Hat ragihandin ku malbatên ku niha bixwazin genimî bi dest bixin, ji %45 zêdetirî buhayê heyî pereyan didin.

Li gorî nûçeya Ajansa Associated Pressê, ji ber şerê navbera Rûsya û Ukraynayê, hinardeya ard û genimî ya ku di ser Behira Reş re tê kirin, ji ber astengiyan nagihîjin herêmê û ji ber vê yekê jî buhayên ard û genimî gelek zêde bûne. Hat ragihandin ku malbatên Afrîkayî, ji %45 zêdetirî buhayên heyî pereyan didin û wisa dikarin ard û genimî bikirin.

Li aliyê din jî bandora hişkesaliyê li welatên wekî Somaliyê dike û ji ber vê yekê ji %90ê welatên wekî Somaliyê, genimê xwe ji Rûsya û Ukraynayê dabîn dikin. Ji aliyê rayedaran ve hişyarî tê kirin ku hişkesalî û negihîştina genimî ya ji ber şerê Rûsyayê, dibe ku qeyraneke mezin a birçîbûnê peyda bibe.