Welatên Ewropayê, li ser qeyrana enerjiyê civiyan
PeyamaKurd- Wezîrên Enerjiyê yên 27 welatan, li paytexta Çekyayê ya Pragê civiyan û hat ragihandin ku dê wezîr li ser qeyrana enerjiyê û rêyên çareseriya vê qeyranê guftûgoyan bikin û hat zanîn ku dê buhayê tavanê yê ji bo gaza xwezî jî were nirxandin.
Di civîna ku bi mazûvaniya Serokatiya Serdemê ya Çekyayê ya Yekîtiya Ewropayê (YE) de li Pragê tê rêvebirin de wezîrên welatên Ewropayê li hev civiyan. Berpirsê Enerjiyê yê Endamê Komîsyona YEyê Kadrî Simson, li ser civînê ragihand ku rojeva rêberên YEyê ya hefteya borî zêdebûna buhayê enerjiyê bûye û îro jî dê wezîr li ser heman mijarê guftûgo bikin.
Simson da zanîn ku wezîr dê di derbarê xebatên komîsyona enerjiyê ya ku dewam dikin de pêşkêşiyan bikin û ew ê pêşî li ser daxwaza kêmkirina gazê û teşwîqkirina hevkariyê rawestin.
Kadrî Simson bi berdewamî got, “Em ê destwerdana buhayên gazê bikin û bi vê yekê em ê kirîna gazê ya welatên Ewropayê ya hevpar jî hêsantir bikin.”
Li gorî nirxandinên Simson, dê ev rêbazên ku bên nirxandin, di kêmkirina hewcedariya gazê de û sînorkirina buhayên zêde de alîkar be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin