Sê welatên Afrîkayê Konfederasyona Dije-metîngeriyê ava kirin
PeyamaKurd - Nîjer, Malî û Bûrkîna Faso ragihandin ku wan hêzên xwe kirine yek û Konfederasyona Dije-metingeriye ava kirine.
Her sê welat wê di çarçoveya Konfederasyona Hevpeymaniya Parêzgehên Sahelê de hevkariya leşkerî, siyasî û aborî kûrtir bikin.
Nîjer, Malî û Burkîna Faso ragihandin ku wan hevkariya ku par ava kirin veguherandine konfederasyonê.
Li gorî rapora malpera nûçan a ActuNigerê, serokên 3 welatên rojavayê Afrîqayê roja şemiyê li Nîameya paytexta Nîjerê gihîştine hevbiryarekê ku hêzên xwe bikin yek û wek konfederasyon li dijî pirsgirêkên herêmên xwe têbikoşin.
Banka veberhênanê ya hevpar
Hate diyarkirin ku wê di konfederasyonê de wê banka veberhênanê ya hevpar bê avakirin û fona aramiyê bê avakirin.
Ev her sê welatên ku xwedî hikûmetên leşkerî ne, biryar dan ku hevkariya xwe ya leşkerî di şerê li dijî komên çekdar ên terorîst de baştir bikin.
Assîmî Goîta serokê yekemîn e
Hate ragihandin ku Orgeneral Assîmî Goîta ku cûntaya leşkerî ya li Malî kontrol dike, wê bibe serokê yekemîn ê konfederasyonê.
Di encama derba ku par li Malî pêk hat de, hikûmeta hilbijartî hat hilweşandin û hikûmeta cûntayê ya ku hat ser desthilatdariyê hevkariya bi welatên rojavayî re pir kêm kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin