Li 6 welatên Afrîkayê koronavîrus nehatiye tesbîtkirin

31 March 2020 22:15 0 dîtin
Li 6 welatên Afrîkayê koronavîrus nehatiye tesbîtkirin

PeyamaKurd- Vîrus a ku li Çînê derket û li dinyayê belave bû, heya niha li 6 welatên Afrîkayê nehatiye tesbîtkirin. Ew jî welatên giravî ne û heya niha xwe îzole kirine. Lê li Yemen û Kore ya Bakûr jî nehatiye tesbîtkirin. Li welatên Afrîkayê heya niha ji 54 welatan tenê li 6 welatan vîrus nehatiye dîtin. Başe ev welat kîjan in?

Bûrûndî, Yekîtiya Homoran, Lesotho, Malavî, Sao Tome û Principe. Tenê di nava wan de li Yekîtiya Komoran tedawiya tayê têkirin û pispor dibêjin gelo ji ber tedawiya tayê ye ku li wê derê koronavîrus tine ye? Profesorê Fransiz ragihandibû ku ew 18 nexweşên xwe, di nava 6 rojan de bi dermanê maleryayê an ku tayê bi artemîsînê tedawî kiriye û gelek tehdîd jê re çûbûn.

Li Sûdan a başûr heya niha vîrus tine ye û weka sedem jî ji ber balafir naçin wê derê tê nîşandan.