Wezareta Tenduristiyê ya Kurdistanê: Îro Covid-19 nehatiye tesbîtkirin
PeyamaKurd- Wezareta Karên Tenduristiyê ya Kurdistanê ragihand ku di nav 24 sietên dawiyê de li Kurdistanê Covid-19 nehatiye tesbîtkirin. 1.172 test hatine kirin lê di nava wan de kesên ku testa wan posîtîv derketibin nîne.
Niha 1.407 kes di karantînayê de ne û ev jî girîngiya tedbîrên vîrusê radixe ber çav. Ji ber wê jî îro 6 kes baş bûne û çûne malên xwe. Rêvebirê tenduristiyê yê bajarê Hewlêrê Dilovan Muhammed Fatih got ku jimara kesên ku li Hewlêrê baş bûne gihaye 118 kesan.
Serokê tîma tenduristiyê Dr.Cîhad Îbrahîm ragihandiye ku 4 kesên li Helepçeyê nexweş bûn baş bûne û wan şandine malên wan.
Rêvebirê tenduristiyê yê bajarê Silêmaniyê Dr. Sebah Hewramî ragihandiye ku 6 nexweş baş bûne û heya niha bi tevahî 116 kes baş bûne û çûne malên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin