Wezareta Tenduristiyê cureyeke çîkolatê li Kurdistanê qedexe kir
PeyamaKurd-Wezîrê Tenduristiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ferman da ku çîkolata bi navê “Kinder Surprise” li Kurdistanê were qedexekirin.
Cureya çîkolata ku li seranserê cîhanê ji aliyê zarokan ve zêde tê xwarin, ji aliyê Wezareta Tenduristiya Kurdistanê ve hat qedexekirin. Piştî biryara qedexekirinê, ferman hat dayîn ku hemû çîkolatên Kinder Surprise ji Kurdistanê werin komkirin û hawirdekirina vê cure çîkolatê were qedexekirin.
Wezîrê Tenduristiyê Dr. Saman Berzencî eşkere kiriye ku ev cure çîkolata ku li Belçîkayê tê çêkirin; ji ber bakteriya “Salmoniya” zerarê dide tenduristiyê, ji ber vê sedemê jî ev biryar hatiye dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin