Wezareta tenduristiyê ya Kurdistanê: Vîrusa mutasyon bûbe talûketir e
PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku vîrusa mutasyon an ku guherîn derbas kiribe talûketire ji ber bilez belav dibe û eger pêleka pandemiyê ya bi mûtasyon were, wê rewş xerabtir bibe. Lewra divê hemû hemwelatî dev ji maske, qaîde û mesafeya navbera xwe bernedin.
Wezaretê, giliyê xwe ji hemwelatiyan kir û got hemû kargeh, bazarên bazirganiyê, mizgeft, ciyên gerştûguzariyê, kafe, xwaringeh qelebalixin û hemwelatî maske û qaîdeya mesafe bicîh naynin.
Harêma Kurdistanê ev demekiye ku halê wê başe û jimara mirin û pêketiyên koronayê kêmin. Di 24 sietên dawiyê de 1 kesekî wefat kiriye û 53 pêketî hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin