Amerîkayê dorpêç danî ser 3 welatên Afrîkayê

02 January 2022 16:09 0 dîtin
Amerîkayê dorpêç danî ser 3 welatên Afrîkayê

PeyamaKurd – Amerîkayê bi hinceta ‘tawanên şer, binpêkirinên mafên mirovan û darbekariyê’ dorpêç danî ser 3 welatan.

Nûnertiya Bazirganî ya Amerîkayê (USTR) ragihand ku li ser 3 welatên Afrîkayê Etîyopya, Malî û Gîneyê dorpêçên aborî hatine danîn û ew her sê welat ji bernameya bê gumrik a bazirganî hatine derxistin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ji ber ku wan 3 welatan yasaya AGOA ango Yasaya Pêşvebirin û Derfetan a Afrîkayê binpê kiriye ji bernameyê hatine derxistin.

Herwiha rêveberiya wan welatan bi darbekarî û binpêkirinên mafên mirovan hatine tawanbarkirin.