Serokomarê Misirê: Em ê bi rêbaza Hz. Yûsûf, qeyrana genimî çareser bikin
PeyamaKurd-Serokomarê Misirê Abdulfettah es-Sisi, ji ber zêdebûna buhayên genimî ya li seranserê cîhanê da zanîn ku wan îsal girîngiyeke mezin bi depokirina genimî daye û ji bo depokirina genimî jî ew ê rêbaza Hz. Yûsûf bi kar bînin.
Ji ber zêdebûna buhayê genimî ya bê ser û ber a ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê, qeyran li gelek welatan tê nirxandin. Serokomarê Misirê Abdulfettah es-Sisi, di vekirina Projeya Pêşeroja Hilberîna Cotkariyê de axivî. Sisi ragihand ku ew, niha li ser dosyeya depokirina genimî dixebitin. Li gorî ragihandina Serokomarê Misirê, îsal ji bo depokirina genimî dê ji bo Misirê, saleke zehmetkêş be.
Abdulfettah es-Sisi bal kişand ser xelayiya serdema Hz. Yûsûf û ragihand ku ji bo depokirina genimî ya ku salên dirêj li ber xwe bide, ew ê rêbaza depokirina Hz Yûsûf bi kar bînin.
Welatê Misirê, salane 9 milyon ton genimê xwemalî, 14 milyon ton jî genimê hawirdekirî xerc û di cîhanê wekî welatê ku herî zêde genimî xerc dike, tê zanîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin