Pûtîn hisyarî da: "Metirsiya serê nukleerî zêde bûye"

08 December 2022 11:13 0 dîtin
Pûtîn hisyarî da: "Metirsiya serê nukleerî zêde bûye"

PeyamaKurdSerokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn ku dema şerê li Ûkraynayê dewam dike bal kişand ser şerê nukleerî yê muhtemel, diyar kir, xeteriya şerê nukleerî her ku diçe zêde dibe.

Serokê Rûsyayê Pûtîn di daxuyaniya xwe de got, "Rûsya (nukleer) wê ne ya yekem be ku wê bikar bîne û heke ne ya yekem be, wê nebe ya duyemîn jî. Ji ber ku îhtîmalên bikaranîna çekên nukleerî li dijî erdê me pir kêm in."

Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di Civîna Konseya Pêşxistina Civaka Sivîl û Mafên Mirovan de axivî û da zanîn, 8 sal in mafên mirovan ên li Donbasê dijîn tên binpêkirin û saziyên navneteweyî jî vê yekê paşguh kirine.

"Divê Rûsya endamtiya xwe ya di van rêxistinan de biqedîne"

Pûtîn got, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Konseya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan ên din piştî "operasyona leşkerî ya taybet" a li Ukraynayê "şiyar dibin" û got, "Ev hemû nîşan didin ku ev pêkhate nikarin erkên xwe, di qanûnên xwe de pêk bînin. "Ji ber pêşdaraziyên xwe yên eşkere, Rûsya neçar ma ku endamtiya xwe di van rêxistinan de biqedîne."

Herwiha rêberê Rûsyayê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir, nêzîkatiyên heyî yên li ser mafên mirovan li cîhanê pêwîstî bi vekolîneke berfireh heye, ji ber ku ji bo bidestxistina armancên cuda, dûr ji başbûnê, tên bikaranîn.

“Em dibînin ku bi taybetî doktrîna mafên mirovan ji bo têkbirina serweriya dewletan, ji bo rewakirina serdestiya siyasî, darayî, aborî û bîrdozî ya Rojava tê bikaranîn.