Stoltenberg: Pûtîn nikare serê nukleerî qezenc bike!

21 September 2022 18:28 0 dîtin
Stoltenberg: Pûtîn nikare serê nukleerî qezenc bike!

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li ser ragihandina seferberiya beşî ya Rûsyayê û gotinên Pûtîn ên derbarê bikaranîna çekên nukleerî de daxuyanî dan.

Stoltenberg got ku ew bawer nake Rûsya hatibe asta bikaranîna çekên nukleerî, lê ji daxuyaniyên Pûtîn diyar dibe ku şerê Ukraynayê li gorî daxwaza Rûsyayê birêve naçe û di îhtimala şerekî nukleerî de jî bi ser nakeve.

Stoltenberg herwiha da zanîn: "Pûtîn di mijara Ukraynayê de hesabê şaş kir. Pûtîn xetayeke mezin kir. Hevpeymanên NATO piştgiriyeke nedîtî didin Ukraynayê. Di artêşa rûsî de alav, fermangeh û kontrol têr nake.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê got ku ew dê wek NATO jê piştrast bibin bê ka Moskow bi rastî difikire çekên nukleerî bikar bîne û wiha pê de çû:  “Hêvî dikim şerê Ukraynayê li ser maseya danûstandinê bidawî bibe. Lê pêwîste Kîev bigihe encameke ku were qebûlkirin.”