Putin: Ji bo seferberiyê tenê 50 hezar lesker çûne nav yekîneyên ser
PeyamaKurd – Rûsya di 21 ê êlûnê de bi sedema seferberiyê sîvîlên nûh xistibû bin çekan û îro Putin ragihand ku ji wan leşkeran tenê 50 hezarî şandine nav yekîneyên şer. Putin îro seredana herêma Tverê kir û li bajarê Zavidovoyê bi parêzgerê herêma Tverê bi İgor Rudenya re hevdîtin kir. Li ser mijara kesên ku ji bo seferberiyê bangî wan kiribûn, Putin got:
“50 hezar kes di yekîneyên şer de cîh digrin. Yên mayî hêj neçûne nav yekîneyên şer. Lê 80 hezar kes li herêma operasyonêne. Yên din di polîgonên leşkerî de perwerdê dibînin.”
Wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê Sergey Şoygu, di 28 ê cotmehê de ragihandibû ku perwerda hinek leşkeran qediyaye û ji bo seferberiya artêşê, bi tevahî bangî 300 hezar kesan kirine.
Şoygu, di 4 ê mijdarê de ragihandibû ku bi kesên xwebexş ve jimara kesên ji bo seferberiyê gihaye 318 hezarî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin