Pûtîn ji Scholz re got: Ûkrayna daxwazên ne rasteqîn ji wan dike!

18 March 2022 17:05 0 dîtin
Pûtîn ji Scholz re got: Ûkrayna daxwazên ne rasteqîn ji wan dike!

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz, bi pêwendiyeke telefonî li ser krîza Ûkrayna-Rûsyayê û şerê berdewam axivîn.

Kremlînê ragihandiye ku Pûtîn, ji Scholz re gotiye, ew ji çareseriyê re amade ne, lê Ûkrayna di hevdîtinan de daxwaziyên ne rasteqîne dike.

Li gorî daxuyaniya Kremlînê Pûtîn amadebûna xwe bo çareseriyê nîşan daye û gotiye, aliyê ûkraynî dihêle ku hevdîtinên aştiyê hêdî bibin û daxwaziyên ne rasteqîne dike.

Kremlînê diyar kiriye ku wê Pûtîn bi Serokê Fransa Emmanuel Macron re biaxive.