Putin: Rûsya ji bo îstîqrar û nebûna sîlihên nukleerî ji bo diyalogê amade ye

30 June 2022 17:34 0 dîtin
Putin: Rûsya ji bo îstîqrar û nebûna sîlihên nukleerî ji bo diyalogê amade ye

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ji raya giştî re tişteka balkêş ragihand û got ku Rûsya ji bo îstîqrar û nebûna sîlihên nukleerî ji bo diyalogê amade ye. Wezareta bergiriyê ya Rûsyayê vê sibê ragihand ku hêzên wan ji Girava Mar ya ku aîdê Ûkraynaye vekişiyaye. Wezaret sedema ragihandina xwe weka ji bo ‘nebêjin ku Rûsya li ber derxistina hûbûbatên Ûkraynayê astenge’, nîşan da. Putin jî ragihandina xwe piştî vekişîna ji giravê kir.

Putin di forma li St. Petersburgê axaftina xwe kir. Di axaftina xwe de got ku sedema îşxala wan ya Donbasê ew e ku Rûsên etnîkî ji zilma Ûkraynayê biparêze û Ûkrayna sûcên mirovî kiriye.

Li aliyê dinê serokê serokatiya dîwana Rûsyayê Andriy Yermak jî got ku êdî li Girava Mar yekîneyên artêşa Rûsyayê tine ne û artêşa Rûsyayê karekî gelek baş kiriye.

Serokerkaniya Ûkraynayê do rêjeya wendayiyên Rûsyayê ragihandibû û gotibû ji destpêka şer heya niha wendayiyên Rûsyayê ev in: 35.450 leşker, 217 balafir, 185 helîkopter, 1.572 tank, 3.720 alavên zirxî, 781 top, 246 roketavêj û 103 sîstemên bergiriya hewayî.