Pûtîn sala 2024an wekî "sala malbatê" îlan kir
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di axaftina xwe ya kevneşopî ya sersalê de behsa şerê Ukraynayê nekir û pesnê leşkerên xwe da. Rêberê Rûsyayê sala 2024 wekî "sala malbatê" ragihand.
Vladîmîr Pûtîn peyama xwe ya kevneşopî ya Sersalê, çend saet beriya 2024an parve kir.
Rêberê Rûsyayê berevajî axaftina xwe ya sala borî, banga piştevaniya yekgirtî ji artêşê re kir û behsa şerê Ukraynayê nekir. Pûtîn pesnê artêşê da, leşkerên xwe wekî "qehreman" bi nav kir. Behsa mijarên aborî kir û sala 2024 wekî "sala malbatê" îlan kir.
Pûtîn di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Ji bo hemû kesên ku li ser erka xwe ya têkoşînê ne û di refên herî pêş ên têkoşîna heqîqet û edaletê de ne."
“Hûn lehengên me ne, dilê me bi we re ye. Em bi we serbilind in û heyranê wêrekiya we ne. Em xatirê xwe ji 2023 dixwazin û ew ê di demek nêzîk de bibe parçeyek ji dîrokê. Ji bo afirandina siberojê divê em pêş de biçin. Di sala ku em xwe amade dikin ku li dû xwe bihêlin de me gelek xebat kir û gelek destkeftî bi dest xistin. "Em bi destkeftiyên xwe yên hevpar serbilind bûn, em bi destkeftiyên xwe şa bûn û em parastina berjewendiyên xwe yên neteweyî, azadî û ewlehiya xwe, nirxên xwe yên ku ji bo me bûne bingehek neşikestî û hê jî berdewam dikin." Serokê Rûsyayê Pûtîn wiha got, "Em bi hev re ne û ev yek garantiya herî pêbawer a paşeroja Rûsyayê ye."
Axaftina rêberê Rûsyayê li Kamçatka û Çûkotkayê hat weşandin ku ji ber cudahiya herêmên saetan beriya Moskovayê ketin sala nû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin