Putin tekezî li ser pistgiriya Rûsyayê ji bo Sûriyê di “serê dijî terorê” de kir

31 December 2021 14:03 0 dîtin
Putin tekezî li ser pistgiriya Rûsyayê ji bo Sûriyê di “serê dijî terorê” de kir

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, peyamek ji bo helkefta sala nû ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re şand û tekezî li ser piştgiriya Rûsyayê ji bo Sûriyê di “şerê dijî terorê” de kir.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, bi helkefta hatina sala nû ya zayînî peyamek ji bo serok û serkirdeyên welatan şand.

Di vê çarçoveyê de, Putin peyamek ji bo Serokê Sûriyê Beşar Esed jî şand û di peyama xwe de hêvî kir ku sala nû Sûriyê bibe sala aştî û aramiyê

Herwiha Putin tekezî li ser piştgiriya Rûsyayê ji bo Sûriyê di her warî de kir û da zanîn, wê Rûsya di “şerê li dijî terora navdewletî” de bi berdewamî piştgiriya Sûriyê bike, herwiha wê Moskow di jinûavakirina Sûriyê de jî piştevaniya wî welatî bike.

Serokê Rûsyayê eşkere kiriye ku Rûsya wê ji bo garantîkirina çareseriyeke siyasî ji bo Sûriyê kar bike.

Her ji destpêka krîza Sûriyê û şerê navxwe yê li wî welatî ve û heta niha, Rûsya bi berdewamî piştgiriya hikûmeta Sûriyê kiriye û li ser piştgiriya xwe berdewam e.