Pûtîn û Pasinyan axivîn: Divê hemû bendên peymanê werin bicihkirin
PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan di pêwendiyeke telefonê de, rewşa Qerebaxê û danûstandinên Ermenistan-Azerbaycanê gotûbêj kirin.
Li gorî daxuyaniya Kremlînê di pêwendiya şeva borî de, Pûtîn daxwaz kiriye ku danûstandinên Baku-Êrîwanê berdewam bikin û goti, divê agirbesta 9 Mijdara 2020an û 11ê Çileya 2021ê hatiye îmzekirin tevî hemû bendên xwe were bicihkirin.
Paşinyan jî spasiya Pûtîn kiriye û diyar kiriye ku ew dixwazin kêşeyên navbera herdu aliyên Ermenistan-Azerbaycanê bi rêya çareseriya aştiyane û dîplomasiyê were berdewam kirin.
Paşînyan herwiha beriya vê hevdîtinê Azerbaycan bi dabezandina sînorên Ermenistanê û bicihneanîna agirbestê tawanbar kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin