Nûnerê Pûtîn bi Esed re civiya: Divê hemû ol û pêkhate bên parastin

03 December 2019 21:54 0 dîtin
Nûnerê Pûtîn bi Esed re civiya: Divê hemû ol û pêkhate bên parastin

PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku şanda Rûsyayê ya ji Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya bo Sûriyê Alexsander Lavrentiyev û Cîgirê Wezîrê Karê Derve sergey Verşînin pêk dihat serdana Şamê kiriye û bi Serokê rejîma Sûriyê Beşar El-Esed re civiya ye.

Li gorî ragihandina Ajansa Tas a Rûsyayê, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê li serserdanê ragihand ku şanda rûsî li Şamê bi Esed re civiyaye û rewşa Sûriyê hatiye gotûbêjkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: "Her du aliyan bi berfirehî rewşa heyî nîqaş kirin, herwiha her du aliyan îşaret bi girîngiya rizgarkirina xaka Sûriyê û yekbûna wê kir, ew yek di çarçoveya parastina berjewendiyên hemû komên etnîk û olan de pêk bê."

Wezaretê di daxuyaniyê got: "Her du aliyan pêşkêşkirina alîkariya mirovî ji Sûriyê re bêyî şert û xurtkirina xebatên siyasî di navbera gelê Sûriyê de ku NYyê desteka wê dike, li gorî biryara Konseya Ewlehiyê ya NYyê ya bi hejmara 2254an nîqaş kirin."