Nûnerê Pûtîn li Samê bi dizî bi Esed û fermandarên wî re civiya

02 February 2021 22:02 0 dîtin
Nûnerê Pûtîn li Samê bi dizî bi Esed û fermandarên wî re civiya

PeyamaKurd - Nûnerê Serokê Rûsyayê Vladmîr Putîn, Alexander Lavrentyev ji hin dîplomatên herêmî û rojavayî re ragihandiye ku wî û hin serbazên payebilind hefteya derbasbûyî serdana Şamê kirine û bi Serokê Sûriyê Beşar El-Esed re civiyane û hin mijarên siyasî û leşkerî gutûbêj kirine.

Li gorî ragihandinên medyayî, sedema sereke ya serdana şandeya Rûsyayê girêdayî civînên komîteya destûrê ya li Cenevê bû û sedema girîngtir jî girêdayî rêkeftinên Idlibê ye ku Rûsya dixwaze pêşî li têkçûna leşkerî ya başûr û bakurê rojhilatê Sûriyê bigire.

Hat zanîn ku yek ji mijara wan hevdîtinan jî hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê ne ku wê di nîvê sala 2021ê de bêne lidarxistin.

Hatiye diyarkirin ku Lavrentyev piştî hevdîtinên Şamê çûye Cenevê ji bo kar û barên komîteya destûrê bişopîne û li wir jî bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyê Geir Pedersen re civiyaye.