Pûtîn ji Esed xwest ku Trump dawetî Samê bike

13 January 2020 00:56 0 dîtin
Pûtîn ji Esed xwest ku Trump dawetî Samê bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di serdana xwe ya dawî ya Şamê de, ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re gotiye ku Serokê Amerîkayê Donald Trump vexwîne Şamê.

Li gorî medya rûsî, Esed bi xweşî pêşwaziya vê pêşniyara Pûtîn kiriye û gotiye ku ew amade ye Trump vexwîne Şamê.

Di nûçeyeke îro ya medya rûsî de derbarê serdana Pûtîn a Şamê ku çend roj berê kiribû de agahî tên dayîn û tê gotin, dema serdana kilîseya ortodoks a Marian di navbera herdu serokan de li ser Trump dîyalogek derbas bûye.

Li gorî nûçeyê Esed gotiye, heger wiha dewam bike, dê pêwendiya wan bi Trump re asayî bibe û Pûtîn jî gotiye, dibe ku Trump helwestên xwe biguherîne û ji Esed re pêşniyaz kiriye ku ‘Trump vexwîne ew dê were’.