Trump: Min nexwest Esed bê kustin
PeyamaKurd- Serokê Amerîkayê Trump di hevdîtina bi emîrê Kuweytê bi Şêx Sabah el-Ahmet el-Cabir es-Sabah re, li Koşka Sipî hevdîtinê pêkanî û piştî hevdîtinê bo çapemeniyê li ser pirsa ku xwestiye Beşer Esed bê kuştin axifî:
“Min tişteka wisa negotiye. Tişteka weha qet nehat niqaşkirin. Pirtûka ku Bob Woodword nivîsandiye bi temamî lihev aniye. Eger hun li rabirdûya Woodward binêrin, hun ê bibînin ku bi serokên din re jî gelek pirsgirêkan jiyaye.”
Trump û El Sabah li ser halê Rojhilata Navîn behsa Yemen, Sûriye û Fîlîstînê kirin. Trump got ku di Rojhilata Navîn de gelek cî hene ku di halê trajediyê de ne. Halê wan gelek tevliheve. Trump di derbarê Îranê de jî weha got:
“Di her krîzê de Îran li pişt krîzê dertê. Di Îranê de niha krîzek heye. Dema ez bûm desthilatdar behsa Îranê dihat kirin ku dê di çendîn wext de Rojhilata Navîn bixe destê xwe. Niha di derbarê hebûna xwe de di endîşeyê de ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin