Nûnerê Pûtîn: Li ber asayîkirina pêwendiyên Enqere-Samê astengî û zehmetiyên taybet hene

09 July 2023 13:53 0 dîtin
Nûnerê Pûtîn: Li ber asayîkirina pêwendiyên Enqere-Samê astengî û zehmetiyên taybet hene

PeyamaKurd - Nûnerê Taybet ê Serokê Rûsya yê Sûriyê Aleksander Lavrentyev got ku di rêya normalîzekirina pêwendiyên Enqere û Şamê de zehmetiyên taybet hene ku yek ji wan jî hebûna artêşa Tirkiyê li ser axa Sûriyê ye.

Lavrentyev di hevpeyvîna Al-Arabiya.net de ragihand, ji bo asayîkirina pêwendiyên di navbera Sûriyê û Tirkiyê de xebateke berfireh tê kirin û piştî bidawîhatina wê, em ê encaman bigihînin serokên dewletan ta ku hûrgilî û dîroka hevdîtina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed diyar bikin.

Nûnerê Pûtîn got ku di rêya asayîkirina pêwendiyên Enqere û Şamê de zehmetiyên taybet hene û yek ji wan hebûna artêşa Tirkiyê li ser axa Sûriyê ye.

Lavrentyev li ser mijarê wiha axivî: “Ev pêvajo mehane bi pêş dikeve, di destpêkê de li ser asta pisporan civînek hat lidarxistin, piştre li ser asta wezîrên berevaniyê civînek sêalî, piştre jî li ser asta wezîrên derve ku cîgirên wezîran raspardin ku nexşerêyekê destnîşan kirin. Niha kar ji bo aktîfkirina nexşerê tê kirin û dema ku karê xwe bi dawî bînin dê serok ji encaman agahdar bibin, da ku civînekê li ser asta serokan di navbera Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan û Serokê Sûriyê Beşar Esed û bi amadebûna Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, bê kirin.”

Lavrentyev bal kişand ser ku hin aloziyên girêdayî pêwendiya di navbera Tirkiyê û komên ku wan deveran kontrol dikin de hene û ev kar têra xwe zehmet e, lê ew ê bi hevahengîya di navbera Sûriyê û Tirkiyê de û navbeynkariya leşkerên Rûsî çareser bikin.