Pûtîn û Esed li Samê civiyan...
PeyamaKurd - Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn serdana paytexta Sûriye Şamê kir û Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed re civiya.
Berdevkê Koşka Kremlîn a Rûsyayê Dmitriy Peskov ragihand, "Pûtîn, ji balafirxaneya Şamê derketiye û li ser kolanên bajêr ber bi bingeha hêzên Rûsî ve çûye."
Peskov da xuyakirin ku Pûtîn bi Esed re civiyaye û got, "Li bingeha leşkerî Pûtîn ji aliyê Beşar Esed ve hat pêşwazîkirin. Her du serokan guhdariya raportên rayedarên leşkerî yên derbarê rewşa herêmê kirin."
Peskov got ku Putin ji Esed re gotiye, wan gavên baş di avakirina dewleta Sûriyê û yekîtiya xaka wê de avêtine û serokê Sûriyê jî, spasiya Rûsyayê ji bo alîkariyên wê yên dijatiya terorê û vegerandina aştiyê kiriye.
Herwiha Peskov ragihand ku dê Pûtîn sibe jî derbasî Tirkiyê bibe û beşdarî vekirina gaza siruştî ya Herka Tirk bibe û serdana kar bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin