Qaliniya berfê giha 4 metreyan

11 January 2024 23:18 0 dîtin
Qaliniya berfê giha 4 metreyan

PeyamaKurd – Li bajarê Çewlikê (Bingol) li navça Karlıovayê li devera Kartaltepe qaliniya berfê giha 4 metreyî. Kartaltepe ya ku behsa wê dibe, ji deryayê 2.500 metre bilinde. Bi loderê dema dixwazin rê vekin, loder di nav berfê de wenda dibe.

Lê ji bo rê vekin xebata şaredariyê û rêxistina rêyên bejayiyê dewam dike. Karlıova navçeyekî wisa ye ku ciyê wê stratejîke û rêyên sereke yên bakûrê bakûrê Kurdistanê di wir de diçin.