Li Mûsê ciyên qaliniya berfê gihaye 7 metreyî, ji bo rê vekin xebat dewam dikin

29 March 2024 20:58 0 dîtin
Li Mûsê ciyên qaliniya berfê gihaye 7 metreyî, ji bo rê vekin xebat dewam dikin

PeyamaKurd – Li bajarê Mûşê ciyê qaliniya berfê gihaye 7 metreyî û rêyên wan hatiye girtin xebata vekirina rê 24 seet dewam dike. Bi taybetî rêya grûba gundên Üçevlerê dewam dike.

Li devera Çavuştepe ya ku talûka aşîtê berfê lê heye û bilindahiya wê digihê 2.500 metreyan, 3 roje ku xebata vekirina rê dewam dike û hindik maye ku rê vekin.

Gundên bi ser rêya grûba Üçevlerê ku weke rêyekî alternatif tê bikaranîn 3 mehe ku girtî bû û berfa wê zêde qalin û hişk bûbû. Ji ber wê paqijkirina rê ji berfê bi zahmetî dewam dike.