Qamislo | Amerîkayê xala leskerên rejîma Sûrî bombebaran kir: 1 kustî, 2 birîndar

17 August 2020 14:21 0 dîtin
Qamislo | Amerîkayê xala leskerên rejîma Sûrî bombebaran kir: 1 kustî, 2 birîndar

PeyamaKurd – Hat ragihandina ku li Rojavayê Kurdistanê şer di navbera hêzên Amerîkî û artêşa Sûriyê de derketiye û balafireke Amerîkî xaleke leşkerî ya artêşa Sûriyê li Qamişlo kiriye armanc ku leşkerekî sûrî hatiye kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Ajansa fermî ya Sûriyê (SANA) bûyer piştrast kiriye û ragihandiye ku piştî rêbendeke artêşa Sûriyê li gundê Til Deheb li başûrê Qamişlo rê neda otombîlên Amerîkî derbas bibin, balafirên Amerîkî ew rêbend bombebaran kir û di encamê de leşkerk hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li gorî SANAyê leşkerê kuştî û her du leşkerên birîndar ji bo nexweşxaneya Niştimanî ya Qamişlo hatine veguhestin.

Herwiha li gorî çavkaniyên herêmê helîkoptêreke Amerîkayê xala leşkerî ya rejîmê bombebaran kiriye û ji bilî windayên leşkerên Sûriyê, kesekî din jî birîndar bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha jî hêzên rejîmê û yên Amerîkî rûbirûyî hev bûbûn û leşkerên rejîmê teqe li hêzên Amerîkî kiribûn.