Qasim Araci: Em binpêkirinên li dijî serweriya Iraqê sermezar dikin

14 February 2024 11:59 0 dîtin
Qasim Araci: Em binpêkirinên li dijî serweriya Iraqê sermezar dikin

PeyamaKurd – Şêwirmendê Asayişa Niştimaniya Iraqê Qasim El-Araci ragihand, Iraq ji bo ti welatekî metirsî nîne û xwe ji tevlîbûna nakokiyan dûr dixe.

Araci di daxuyaniya xwe ya do de armanckirina canê welatiyên Iraqê û binpêkirina serweriya welat şermezar kir û bikaranîna Iraqê weke qadeke çareserkirina pirsgirêkan red kir.

"Iraq ji bo ti welatekî metirsî nîne û em dixwazin bi welatên cîran re têkiliyên herî baş çêbibin." Araci got, "Iraq xwe ji pevçûnan dûr dixe."

Qasim Araci got, "Terorîzm berhema nefretê ye û tundî jî berhema tundrewiyê ye, ev têgîn îro ji her demê zêdetir belav bûne."

Araci da zanîn ku ji bilî pêşdebirina plana aştiya cîhanê ti rêyeke din nîne û got, “Hejmara malbatên Iraqî yên ji Kampa Holê ya li Sûriyeyê hatin vegerandin gihişte 1924an, ev hejmar 7 hezar û 556 welatiyan temsîl dike. Herwiha 1,200 malbat li cihên xwe yên resen hatin vegerandin."