Qedexeya 15 gundên navçe ya Tetwanê rabû

17 July 2020 22:53 0 dîtin
Qedexeya 15 gundên navçe ya Tetwanê rabû

PeyamaKurd- Di 19 ê meha hezîranê de li 15 gund û mezrayên navçeya Tetwanê ya bi ser bajarê Bedlîsê qedexeya derketina derve û çûna wan gundan hatibû ragihandin. Îzna derketin û çûna wan gund û mezrayan bi hêzên asayîşê, leşker û rêvebiriya polîsan ve hatibû girêdan.

Parêzgeha bajarê Bedlîsê ragihand ku qedexeya derketina derve ya wan gund û mezrayan rabûye. Qedexe di 19 ê hezîrana 2020an de siet ji 06.00 ê sibê hatibû ragihandin û îşev siet di 20.00 ê varê de rabû.