Qemyona kevirên dîrokî yên Sûra Amedê bi 8-15 hezar TLyî tê firotin

15 December 2019 12:00 0 dîtin
Qemyona kevirên dîrokî yên Sûra Amedê bi 8-15 hezar TLyî tê firotin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Sûrê ya dîrokî li Diyarbekirê, kevirên malên dîrokî bi qemyonan tên kişandin û firotin.  

Piştî şerê xendekan li navçeya Sûrê, bajar wêran bûbû û ziyaneke mezin gihîştibû şûnwarên dîrokî yên li Sûriyê ku piştre jî projeyên înşaetan dest pê kiribûn û hîn jî berdewam dikin.

Li gorî rapora TMMOBê ya derbarê Sûrê de li taxa Cevatpaşa, Hasirli, Dabanoglû, Savaş, Cemal Yilmaz û Fatîh Paşa 87 avahiyên tescîlkirî di nav de, bi giştî 4 hezar û 985 avahiyên dîrokî hatine rûxandin ku ev jî wekî "qirkirina çandî" hatiye pênasekirin. 

Piştî şerê xendekan li Sûrê 4 sal in qedexe didome û xwediyên avahiyan nikarin têkevin malên xwe û di bin kontrola polîsan de bi qemyonan kevir hatin kişandin û li hêla Deriyê Mêrdînê li qeraxa Çemê Dîcleyê hatin valakirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ku dispêre şêniyên Sûrê, qemyona van keviran bi 8 hezar TLyî tê firotin ku qemyona kevirên bijartî jî bi 15 hezar TLyî tê firotin.