Qesra Spî: Îran li pist êrîsên li Deryaya Sor e, ew çekan dide Hûsî êrîs dikin
PeyamaKurd – Rêveberiya Amerîkayê bi îdiaya ku Îran li pişt êrîşên Hûsiyan ên li Behra Sor zêde dibin diyar kir ku li hemberî van êrîşan pêvajoya avakirina Hêza Peywira Deryayî ya bi welatên hevalbend re dewam dike.
Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Qesra Spî John Kirby di civîna çapemeniyê ya li Qesra Spî de êrîşên li ser keştiyên bazirganiyê yên li Behra Sor nirxand.
Kirby destnîşan kir, li pişt van êrîşan Îran heye û nirxandina "Îran çekan dide, Hûsî êrîş dikin."
Kirby herwiha ragihand, gelek welatên hevpeyman niyeta xwe ya tevlîbûna Hêza Karê Deryayî ya ku di bin serokatiya Amerîkayê de tê avakirin, ji bo pêşîgirtina li êrîşan nîşan dane û diyar kir, danûstandin berdewam in û wê di demek nêzîk de geşedanên berbiçav çêbibin.
Kirby tekez kir, ew di wê baweriyê de ne ku Hêza Peywira Deryayî ya ku 39 welat tê de beşdar dibin, wê ji bo pêşîgirtina li êrîşên Hûsiyan li Deryaya Sor pir bi bandor be.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin