Qeter: Em di qonaxa dawî ya agirbestê de ne

14 January 2025 19:43 0 dîtin
Qeter: Em di qonaxa dawî ya agirbestê de ne

PeyamaKurd – Berdevkê Wezîrê Derve yê Qeterê Macid el-Ensarî, li ser danûstandinên Doha yên agirbesta Xezeyê ragihand ku ew gihîştine qonaxa dawî ya agirbestê ku beriya niha Serokê Amerîka Joe Biden jî piştî hevdîtina ligel Serokwezîrê Îsraîlî Binyamîn Netanyahû gotibû, ew pir nêzîkî agirbestê bûne.

El Ensarî di civîna heftane ya rojnamevanî de got, “Tenê gotinek heye em bibêjin, ew jî em ji berê gelekî nêzîktirî agirbestê ne. Em bawer dikin ku di qonaxa dawî de ne.”

Herwiha berpirsê Qeterê da zanîn ku ew gelekî bi hêvî ne lê heta ragihandinek neyê kirin jî kelecanî nebin. Ensarî got ku pirsgirêkên bûne asteng ji agirbesta Xezeyê re jî hatine çareserkirin û ew li benda îmzekirinê ne.