Qeterê 10 milyar dolar da Tirkiyê
PeyamaKurd - Lîsteya analîzê ya banka navendî ya dewleta Tirkiyê îro ragihand ku banka navendî ya Tirkiyê 10 milyar dolar ji peymana pevguherîna pereyan a bi Qeterê re wergirtiye ku ew jî ji bo qeyrana aborî ya Tirkiyê sivik bike ye.
Banka navendî ya dewleta Tirk çarşema borî diyar kiribû ku pevguherîna pereyan bi Qeterê re 3 qatan zêde kiriye anku ji 5 milyar dolarî derxistiye 15 milyar dolaran.
Banka navendî ya li Enqereyê diyar kir ku peymana pevguherînê ya 2018an bi hedefa hêsankirina bazirganiya dualî ya pereyên herêmî û piştevaniya aramiya darayî ya her du welatan e.
Hêjayî gotinê ye, welatê Tirkiye ku ev du sal in rûbirûyî krîzeke aborî bûye di demên dawî de jî ji ber belavbûna vîrusa koronayê ketiye nav tengaviyeke mezin ku bihayê dolar li hember lîreyê tirkî zêde dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin