Qibris û Îmaratê peymana hevkariya leskerî îmze kir

13 January 2021 22:01 0 dîtin
Qibris û Îmaratê peymana hevkariya leskerî îmze kir

PeyamaKurd – Li Rojhilatê Derya Spî hevpeymanî û hevkariya leşkerî li hember helwesta Tirkiyê ku bûye sedema aloziyê tê xurtkirin.

Herî dawî Wezareta Berevaniya Qibrisê ragihand ku wan peymana hevkariya leşkerî bi Îmaratê re îmze kiriye.

Ajansa AP ragihand ku Îmarat û Qibrisê li ser pêkanîna tedbîqatên leşkerî yên hevbeş, bernameyên perwerdekirinê û berfirehkirina hevkariyên operasyonên li hev kirin û yekemîn peymana hevkariya leşkerî îmze kirin.

Beşa Qibris a aliyê Rûm endama Yekîtiya Ewropayê ye û li rojhilata Deryaya Spî ye ku ev yek wekî hewldana xurtkirina têkiliyên bi dewletên cîran ên li Rojhilata Navîn re tê nirxandin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, peymanên leşkerî yên Qibrisê bi Misir, Îsraîl û Urdunê re jî hene û hêzên wê yên çekdar bi hêzên van welatan re tedbîqatan li dar dixin.

Qibrisê peymana alîkariyê bi artêşa Lubnanê re jî îmze kiriye.

Hat diyarkirin Wezîrê Berevaniya Qibrisê Charalambos Pettreads, bi rêya telefonê peyman îmze kiriye û gotiye, ger şert û mercên vîrusa koronayê derfetê bidin, ew ê bi hempîşeyê xwe yê Îmaratê re hevdîtineke rû bi rû jî bike.