Rûsya û Hindistan hevkariya leskerî xwurt dikin

10 December 2024 21:34 0 dîtin
Rûsya û Hindistan hevkariya leskerî xwurt dikin

PeyamaKurd – Wezîrê Bergiriyê yê Rûsyayê Andrey Belousov û wezîrê bergiriyê yê Hindistanê Rajnath Singh li Moskovayê civiyan. Her dû wezîr ragihandin ku di seha leşkerî, sanayî û ewlehiyê de hevkariya xwe pêşde bibin. Her dû wezîr behsa girîngiya dostaniya stratejîk ya navbera her dû welatan kirin.

Di beşa civînê ya ji bo çapemeniyê serbest bû Belousov, behsa têkiliyên navbera Rûsya û Hindistanê kir û got:

“Rûsya û Hindistan li ser esasê rêzgirtinê ku di wexta borî de hatiye ceribandin, xwediyê dostaniyekî xwurtin. Stratejiya hevpar ya navbera her dû dewletan pêş ketiye û ez bawerim hevdîtina me ya îro di seha leşkerî, sanayî û ewlehiyê de wê têkiliyên me xwurt bike.”

Wezîrê bergiriyê yê Hindistanê Singh jî got ku bi Rûsya re di seha leşkerî, sanayî û ewlehiyê de têkiliyên xwe bi Rûsya re xwurt kirine û weha dewam kir:

Tevî zahmetiyên jeopolitik û zora ku didin ser me, Hindistan ne tenê têkiliyên xwe bi Rûsya re pêşde biriye, biryarê da ku têkiliyan kûrtir û firehtir bike. Em ê her wext bi hemkarên xwe yên Rûsya re bin.”

Her dû wezîr her weha tevlî civîna komisyona teknîk û leşkerî ya navbera hukumetên Rûsya-Hindistanê bûn.

Singh, her weha bi serokê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtinekî pêkanî û di hevdîtinê de wezîrê bergiriya Rûsyayê Belousov jî hebû.