"Hevkariya leskerî ya Koreya Bakur û Rûsyayê neqanûnî û neheq e"

18 September 2023 12:30 0 dîtin
"Hevkariya leskerî ya Koreya Bakur û Rûsyayê neqanûnî û neheq e"

PeyamaKurd – Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol diyar kir, hevkariya leşkerî ya di navbera Koreya Bakur û Rûsyayê de "neqanûnî û neheqî" ye û civaka navneteweyî dê li dijî vê yekê xurtir bibe yek.

Serokê Koreya Başûr Yoon Suk Yeol derbarê hevkariya Koreya Bakur-Rûsyayê û nîqaşên Lijneya Giştî ya 78emîn a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku wê li New Yorka Amerîkayê bê kirin de nirxandinan kir.

Yoon eşkere kir, hevkariya leşkerî ya Koreya Bakur û Rûsyayê ji ber ku li dijî biryarên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û mueyîdeyên din ên navneteweyî ye "neqanûnî û neheq e" û wiha got, "Civaka navneteweyî dê li dijî vê tevgerê bi awayekî xurttir bibe yek."

Yoon destnîşan kir, ger rêveberiya Pyongyang hewl bide ku çekên nukleerî bikar bîne, dê Dewletên Yekbûyî û Koreya Başûr "bersivek bilez, şkestî û bibiryar bidin ku dê dawiya rejîmê bîne."

Yoon eşkere kir, Washington û Seul wê kapasîteya xwe ya bertengkirin û bersivdayînê li hember gefa nukleerî û moşekî ya Koreya Bakur zêde bikin, Yoon diyar kir ku "pêşgiriya berfireh" ya di navbera her du welatan de wê bibe sîstemek hevpar.