Qubad Talebanî: Divê pistî hilbijartinê aliyên Kurd bihevre tevbigerin

18 December 2023 21:45 0 dîtin
Qubad Talebanî: Divê pistî hilbijartinê aliyên Kurd bihevre tevbigerin

PeyamaKurd - Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji pişka YNKê Qubad Talebanî, li ser hilbijartinên parêzgehên navçeyên Kurdistanî ku îro 18ê Kanûnê birêve çûn got, ev hilbijartin ji bo pêgeha Kurdistanê gelekî hestiyar e û divê Kurd piştî hilbijartinê jî bihevre tevbigerin.

Talebanî dema dengdana Kelar û Xaneqînê ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Her çiqas nakokî di navbera wan de hebin jî, divê partiyên Kurd piştî hilbijartinan ji bo herêmên Kurdistanî bi hev re kar bikin.”

Talebanî diyar kir, ew li bendê ne ku beşdariya hilbijartinê zêde be û wiha axivî: “Tabloya ku min heta niha dîtiye bi rastî jî cihê hêviyê ye. Ez wisa difikirim ku raya giştî vê xetere fêm kiriye. Ew dizanin ku ev hilbijartin ji bo bihêzkirina pêgeha Kurdistanê jiyanî û hestiyar e.”

Herwiha Qubad Talebanî destnîşan kir ku Kurdên Kerkûk û navçeyên din ên Kurdistanî wê dîsa di rêveberiya herêmî de bibin xwedî gotin.

Hêjayî gotinê ye, îro 18ê Kanûnê li 13 parêzgehên Iraqê û parêzgehên Mûsil û Kerkûkê yên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê xelk çû ser sindoqan.