Rêber Ahmed sersaxî li Rûsyayê kir: Teror neqediya ye

25 March 2024 14:04 0 dîtin
Rêber Ahmed sersaxî li Rûsyayê kir: Teror neqediya ye

PeyamaKurd - Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed piştî serdana sersaxiyê ya Konsulxaneya Giştî ya Rûsya ya Hewlêrê di derbarê mijara terorê de nirxandinan kir.

Rêber Ahmed destnîşan kir ku herişa terorî ya Moskowê nîşan dide ku teror bi dawî nebûye û got: “Em wek Hikûmeta Herêma Kurdistanê, li dijî terorê helwesteke me ya neguherbar heye.”

Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed nirxandinên xwe wiha domand:

“Me bi navê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî serdana Konsulxaneya Giştî ya Rûsyayê ya Hewlêrê kir û me di derbarê hêrişa hovane ya li Moskowê de hevxemiya xwe ji bo gel û hikûmeta Rûsyayê diyar kir. Me wekî Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwesteke neguher li beranberî terorê heye. Em bi xwe qurbaniyên destê terorê bûne û em dizanin çalakiyeke teroristî li bajarekî wekî Moskowê û bi vî awayê hovane bandoreke gelek nexweş li ser derûnê welatiyan çê dike, lewma me tekez li ser hevxemiya xwe kiriye. Hêrişa terorî ya Moskowê ji me re dibêje ku teror bidawî nehatiye û pêdivî ye hevahengî û hevkarî û Hevpeymaniya Navdewletî û herêmî di navbera hikûmet û welatan de berdewam be ji bo ku teror bê bidawîanîn.”