Rêveberiya Xweser biryareke nû da li ser ‘Pabendbûna yekparçeyiya Sûriyeyê re’

18 December 2024 16:08 0 dîtin
Rêveberiya Xweser biryareke nû da li ser ‘Pabendbûna yekparçeyiya Sûriyeyê re’

PeyamaKurd – Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) biryar da ku baca gumrika di navbera herêmên di bin kontrola xwe û herêmên din ên Sûriyê de betal bike.

Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro bi giştînameyeke nû ya gumruk û bacê belav kir.

Di giştînameyê de ku hatiye weşandin tekezî li ser pabendbûna Rêveberiya Xweser bi yekparçeyiya axa Sûriyê hatiye kirin û tê gotin ku kiryarên niha yên bac û gumrikê weke tedbîrekê li hember ambargo û gumrikê yên ku li ser herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hatiye girtin li di dema rêjîma Esed de hatine ferzkirin.

Di belavokê de hat destnîşankirin ku biryar hat dayîn ku bacên gumrikê û bacên din ên di navbera herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser û herêmên din ên Sûriyeyê de bên rakirin û ev biryar ji dema ku hat standin pê ve dê bê sepandin.