Rêya Zînê Wartê ya ku Soran û Raperînê girê dide hate girtin: Ji bo ajakoran hisyarî
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku ji ber barîna berfa zêde, rêya Zînê Wartê hatey girtin û ji ajokaran hate xwestin, heta berf bê rakirin wê rêyê bikar neyînin.
Rêveberiya Nehiya Wartê îro 12ê Çile, hişyarî da welatiyan ku ji ber pêlên berfê û guherîna keşûhewayê li herêmê, rêya Zînê Wartê bi temamî hatiye girtin.
Rêveberiyê ji ajokaran daxwaz kir ku ji bo ewlehiya xwe û rêwiyan, heta tîmên paqijkirina berfê karên xwe bidawî dikin, wê rêyê bikar neynin.
Rêya Zînê Wartê her du îdareyên serbixwe ên Soran û Raperînê bi hev ve girê dide.
Nehiya Warte girêdayî qezaya Rewandizê ye û 17 gund girêdayî wê ne ku hejmara rûniştvanên wê 10 hezar kes e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin