Rabûna lehiyê, bû sedema mirina 176 kesan

05 May 2023 21:40 0 dîtin
Rabûna lehiyê, bû sedema mirina 176 kesan

PeyamaKurd – Li komara Kongo ya Afrîkayê li eyaleta Kîvû ya başûr bi sedema barana zêde, lehî rabû û ji ber lehiyê 176 kes mirin. Bi taybetî barana zêde bû sedema rabûna ava çemekî û li gundên Buşuşu û Nyamukubi zerarên mezin çêbûn.

Parêzgehê Kîvû ya Başûr Theo Ngwabidje Kasi ragihand ku di encama lehiyê de 176 kes jiyana xwe ji dest dane. Ji ber rabûna lehiyê gelek kes wenda ne û lêgerîn û rizgarkirina wan dewam dike.