Li Afrîkaya Basûr karesata lehiyê bû sedema mirina 395 kesan
PeyamaKurd-Li Afrîkaya Başûr, ji ber lehiya ku hefteyek e didome, 395 kesan canê xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku 40 hezar û 723 kes jî ji cih û warên xwe bûne.
Li eyaleta KwaZulu-Natalê ya Komara Afrîkaya Başûr, hefteyek e ku barana zêde dibare û hat zanîn ku ji bo her metre kareyê 300 militre av dikeve. Vê barana zêde jî li heremê bûye sedema lehiyê û şemitîna axê.
Li gorî Saziya Hewanasiya Afrîkaya Başûr, di saetên vê êvarê de jî dê baraneke zêde bibare. Di karesata lehiyê de xebatên lêgerîna wendahiyan didomin û fikar hene ku hejmara miriyan zêdetir bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin