Li Afrîkaya Basûr karesata lehiyê didome: 443 kes mirin
PeyamaKurd-Li Afrîkaya Başûr hefteyek e ku karesata lehiyê didome û hejmara qurbaniyan her ku diçe zêde dibe. Li gorî daneyên fermî ya rayedaran, 443 kes mirine, 63 kes wenda ne.
Li rojhilatê Komara Afrîkaya Başûr, li eyaleta KwaZulu-Natalê, ji ber barana zêde lehî rabûbû. Lehiya ku hefteyek e didome, bû sedema mirina bi sedan kesan û bi dehan wendahiyan. Li gorî ragihandina Serokwezîrê eyaleta KwaZulu-Natal Sihle Zikala, ji bilî 443 mirî û 63 wendahiyan, 13 hezar û 556 mal zerar dîtine, 4 hezar avahî bi temamî wêran bûne û 551 dibistanan jî zerar dîtine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin