Rapirsî: Dengên Erdogan, pistî erdhejê di rewseke çawa de ne?
PeyamaKurd- Nivîskarê rojnameya Hurriyetê Abdulkadîr Selvî, encamên anketa ku ji aliyê Lêkolîna Optimarê ve di navbera 19 û 23yê Sibatê de li 26 parêzgehan hat kirin, parve kir.
Di rapirsiya ku li ser erdhejên navenda Mereşê çêbûn, ji 2 hezar kesan hatiye pirsîn hat parvekirin de hat diyarkirin ku Optimar ji beşdaran pirsiye,
"Gelo hûn difikirin ku destwerdana piştî erdhejê li hemû parêzgehan di dema xwe de û rast hatin kirin?"
Li ser encamên ku derketin holê, Selvî nirxandina xwe kir û diyar kir ku "Encam ji bo hikûmetê di asta hişyarkirinê de ne.”
Di encama bersivên vê pirsê de hat diyarkirin ku ji % 64,7ê beşdaran difikirin ku destwerdan di dema xwe de û rast nayê kirin. Rêjeya kesên ku dibêjin di dema xwe de destwerdan kirine, ji % 35,3 ye.
Di rapirsiya Optimarê de pirsa, "Bi raya we, kîjan ji serokên partiyên siyasî di tamîrkirina zirarên piştî erdhejê de serkeftîtir bû?" hat pirsîn.
Ji % 49,7ê beşdaran di bersivên xwe de gotin Erdogan, rêjeya kesên ku gotin Kiliçdaroglu jî ji % 12,7 hat destnîşankirin.
Li ser pirsa "Gelo hûn ê di hilbijartina serokomariyê de dengên xwe bidin kê?"
Ji % 43,2yê beşdaran bersiva Erdogan da û ji %13,5 jî got Kiliçdaroglu.
Her wiha Mansur Yavaş bi rêjeya ji % 11,8 bû sêyemîn û li aliyê din ve jî Ekrem Îmamoglû piştî Selahattin Demirtaş kubi girtina ji % 8,8ê dengan bû çaremîn, bi rêjeya ji % 7,4an a dengan bi paş ket û ket rêza pêncemîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin