Rapirsîna dawî | MHP benda hilbijartinê derbas nake, HDP derbas dike!
PeyamaKurd - Di rapîrsîna meha Sibatê ya kompaniya Avrasya ya lêkolînên civakî de, derket holê ku partiyên deshilata Tirkiyê yên Tifaqa Cumhur AKP û MHP dengan winda dikin.
Berpirsê Kompaniya Avrasyayê Kemal Ozkiraz, li ser medya civakî belav kiriye ku welatiyan di rapirsîna meha sibatê de bersiva pirsa, “Îro hilbijartin çêbibe hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?” daye.
Şubat araştırmamız
— Kemal ÖZKİRAZ (@avrasyaanket) February 13, 2021
Bugün seçim olsa
Kararsızlar ve oy kullanmayacaklar dagitilinca... pic.twitter.com/mrrC9uoDe8
Li gorî encaman AKP ji sedî 34.1ê dengan werdigire, MHP jî ji sedî 7.5ên dengan werdigire di bin benda hilbijartinê ya 10%î de dimîne.
Herwiha di heman rapirsînê de derketiye holê ku partiyên opozîsyona Tirkiyê CHP ji sedî 27.3, İYİ Partî ji sedî 14 û HDP jî ji sedî 10.1ê dengan werdigire.
Li gorî vê rapirsînê tenê MHP bendê derbas nake û nikare bikeve parlamenê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin