Rapora CHP ê ya zîndanan: 38 mirî û li 1855 kesan îskence hatiye kirin
PeyamaKurd – Rapora zîndanên Tirkiyê ya ji aliyê parlementerê CHP ê Sezgin Tanrıkulu de bo sala 2020 an hatiye amedikirin belav bû. Li gor raporê îhlalên mafên mirovî di salekî de di zîndanan de 38 kes wefat kirine û 1855 kes îşkence dîne. Kesên li wan îşkence hatine kirin 15 ji wan zarokin.
Li gor raporê 300 jin hatine kuştin,1.427 kuştinên kar hene û di salekî de mafê 3.362 kesan hatiye îhlal kirin.
Di raporê de astengiyên bo civîn û xwepêşandanan hatine rêzkirin. Li gor raporê; 38 xwepêşandan û tevger hatine qedexekirin, mudaxeleyê 753 tevgeran hatine kirin, di tevgeran de 2.123 kes hatine binçavkirin, 44 kes hatine zîndanîkirin, 294 kes bi sedema civîn, meş û xwepêşandanan hitine cezakirin.
Di raporê de her weha behsa qedexeyên li bajarê Wan ê hat kirin ku ji 21/11/2016 an heya îro ku dike 1489 roj qedexeya li Wan ê dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin