Rapora INSSê: Dibe Îsraîl biryara êrîsa Îranê bide…
PeyamaKurd - Enstîtuya Lêkolînên Ewlekariya Niştimanî (INSS) mu navenda wê li Tel Avîv a Îsraîlê ye, li ser îhtimala êrîşa ser Îranê raporek belav kir.
Di rapora INSS de vekişîna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê hat bibîrxistin û hat gotin, heger Amerîka derkeve hebûna Îranê li Sûriyê dibe gefeke mezin ji Îsraîlê re û ev jî tê wateya ku barê Îsraîlê girantir bibe.
INSSyê di ropara xwe de destnîşan kir, ji ber wê jî îhtimala heye Îsraîl ji bo nehîştina gefan biryara êrîşa Îranê bide ji ber ku xuyaye ku niha niyeta Amerîkayê nîne vê gavê êrişî Îranê bike.
Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu bang li Îranê kiribû ku bilez ji Sûriyê derkevin, lê fermandeyê giştî yê pasdarên Îranê Mihemed Elî Ceiferî gotibû, Îran guh nade gefên Îsraîlê û hêzên xwe ji Sûriyê dernaxe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin