Rapora NY: Hem Îsraîlê hem jî Hamasê sûcên ser kirin

12 June 2024 20:02 0 dîtin
Rapora NY: Hem Îsraîlê hem jî Hamasê sûcên ser kirin

PeyamaKurd – Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) raporeke nû li ser şerê Xezeyê ku piştî êrîşa Hamasê ya 7ê Cotmeha 2023yan Îsraîlê dest bi êrîşan kiribû, belav kir.

Di rapora ku ji aliyê Komîsyona Lêpirsînê ya NY li Filîstînê hatiye amadekirin de, Îsraîlê ba tawanên şer û binpêkirina hiqûqa navnetewî tê tawanbarkirin.

Herwiha di raporê de komên çekdar ên Filîstînê jî wek berpirsên tawanên şer ên li ser Îsraîlê hatine kirin, têne tawanbarkirin.

Di raporê de, ji hikûmeta Îsraîlê daxwaz hatiye kirin ku demildest agirbestê pêk bîne, dorpêça ser Xezeyê dawî bîne, alîkariyên mirovî dabîn bike û dawiyê li êrîşên ser binesaziya sivîl werîne.