Rapora UNCHR: Em alîkariya penaberên li Kurdistanê didomînin

01 September 2023 17:53 0 dîtin
Rapora UNCHR: Em alîkariya penaberên li Kurdistanê didomînin

PeyamaKurd - Komîseriya Bilind a Neteweyên Yekbûyî bo Penaberan li Iraqê (UNCHR) rapora xwe ya meha Tebaxa 2023yan eşkere kir.

Di raporê de hatiye destnîşankirin ku ew pabendî piştevanîkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne di alîkarîya bo penaberên Sûriyê de.

UNHCRê hatiye gotin, ew piştevaniyê didin Herêma Kurdistanê ku di alîkariya pêkhateyan û parêzvaniya penaberên Sûrî dikin û alîkariya wan dikin û herwiha bi awayekî xwebexş mêvandariya wan dikin.

Di raporê alîkariyên UNCHRê bo penaberan li Herêma Kurdistanê wiha hatine rêzkirin:

- 800 milyon dolar hatiye xerckirin di dema gihiştina yekem pêla penaberên Sûrî de ji sala 2011an heta niha.

- 650 milyon dolar hatiye xerckirin bi rêya piştevaniya penaberan û plana xweragiriya navçeyî ji sala 2012an heta niha.

- 170 milyon dolar hatiye xerckirin di çalakiyên sereke yên parastina penaberan de ji wan; tomarkirin û alîkariya yasayî û piştevaniya derûnî û civakî ji sala 2011an heta niha.

- Ji bo baştirkirina cihê mana penaberan û piştgiriya birêvebirina kampan ji sala 2011an heta niha 91 milyon dolar hatiye xerckirin.

- Ji sala 2001ê heta niha di warê tendirustiya giştî û perwerde û jêrxana aborî de 145 milyon dolar hatiye xerckirin.

- 160 milyon dolar pêşkêşî penaberan hatiye kirin wek alîkariya darayî ji sala 2011an heta niha, ku di aboriya navxwe de hatiye xerckirin.

- Ji sala 2013an heta niha 90 navendên çavdêriya tendirustiya giştî hatine nûjenkirin û amûr hatine dabînkirin.

- Ji sala 2014an heta niha 100 dibistanên giştî hatine nûjenkirin.